Li Efrîn û Dirbêsiyê komploya 15'ê Sibatê hate şermezar kirin

Li Efrîn û Dirbêsiyê komploya 15'ê Sibatê hate şermezar kirin

Li Efrînê di çarçaveya kampanya şermezar kirina salvegera15'ê sibatê ku komîteya parastina Ocalan dabû despêkirin li navçeya Bilbilê meşek hate lidarxistin. Li Dirbêsiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger jî bi armanca şermezar kirina 14’mîn salvegera 15'ê Sibatê ku Rêberê gelê Kurd Ocalan anîn Tirkiyê civînek lidarxistin.

Li nançeya Bilbilê ya Efrînê di çarçeva kampanya şermezar kirina 15'ê Sibatê ku komîta Parastina Ocalan dabû despêkirin bi hezaran kes meşiyan. Bi hezaran meşvan li ber mala gel ya navçeyê kombûn. Meşvanan bi sloganên''Bijî Serok Apo'' û her wiha sloganên li dijî komployê qîriyan. Meşvanan pankartên li ser nivîsên li dijî komployê û yên azadiya Ocalan dixwestin û tecrîda li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji alî hikumeta AKP'ê ve tê meşandin şermezar kirin, vekirin.

Piştî ku meş gihişte meydana navçeyê meşvan deqîqeyekê rêzgirtin, piştre endama Komîteya Parastina Ocalan Fîdan Fayiq axivî û berxwedana Ocalan silavkir û da zanîn ku, komploger dixwestin îradeya gelê Kurd bin pê bikin. Di dawiya axaftina xwe de Fayiq balkişand ku, komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn didome, lê gelê Kurd bi derxwedana xwe komployê vala derdixe. Her wiha endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Saziya Çand û Hunerê û Meclisa navçeya Bilbilê axivîn û komploya 15'ê sibatê şermezar kirn û dan zanîn ku ew dê heta dawî li ser fikir û felsefeya Ocalan bimeşin.      

DIRBÊSÎ

Li bajarê Dirbêsiyê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şermezar kirina 14’mîn salvegera 15'ê Sibatê, li navenda çand û hunerê civêneke berfireh li darxistin. Civîn bi deqîqeyek ya rêzgirtinê destpêkir, piştre Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Dilşa Mistefa axavî. Dilşa diyar kir ku, armanca wan ji vê civînê pişgirtiya xwe bi Ocalan re bidin nîşandan, her wiha komploya navnetewî şermezar bikin. Piştre Mistefa li ser jiyana Ocalan ya di nava tekoşîna azadiya gelê Kurdistanê de axivî û da zanîn ku, Ocalan li dijî adetên kevneşop yên di nava civakê de derdiket û ji bo azadiya jinan pir gavên girîng avêtin ku bûn sedema azadiya jina Kurd.

Di dawiya axaftina xwe de Mistefa tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û berxwedana Ocalan ya bê rawestan tevî hemû zehmetiyên jiyanê ku tê de ye silav kir. Piştî ku axaftin bi dawî bû li sînevîzyona ku  li ser komployê û axaftinên Ocalan hate temaşe kirin.