Li Efrînê 13 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin

Li Efrînê 13 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundên Girê Qîla Jorîn û Dêwa Jorîn ên Efrînê û herêma rojavayê wê, herwiha li derdora bajaroka Atma li dijî komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê çalakî lidar xistin. Hate gotin ku di operasyonê de 13 çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Pevçûnên li devera gundê Qestel Cindo ya girêdayî navçeya Şera jî didomin.

Şervanên YPG’ê li gundê Girê Qîla Jorîn li dijî komên çete çalakî lidar xist. Hate gotin ku di çalakiyê de 4 çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne. Di heman demê de hêzên YPG’ê li dijî komên çete li gundê Dêwa Jorîn çalakiyek lidar xist û di encamê de 9 çete hatin kuştin. 

Çavkaniyên YPG’ê diyar kir ku li gel çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê hin komên çeteyên din ku bi wan re êrîşî gundên navçeya Cindirêsê dikin jî hene. Hate gotin ku koma Ehrar El-Şam a ku li derdora gundê Qîla Jorîn xwe bicih kiriye û komên Fecir El-Îslam û Ensar El-Îslam yên ku li ser sinorê gundê Dêwa û Şêx Kirîs xwe bicih kirine, ji van komane.

Li gorî hin çavkaniyên herêmî koma girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Artêşa Azad ya bi navê koma Dr. Ebo Mihemed li gel hejmarekî ji çeteyên wê tevlî çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê bûn. Her wiha kesên tevlî wan nebûne û nexwastin êrîşî gundên Kurdan bikin, neçar man ku ji herêma Atma derbikevin. Li gorî agahiyan kesên nexwestine êrîş bikin derbasî Tirkiyê bûn. Hate gotin ku kesê bi navê Mistefa Wezah û berpirsiyarê deriyê sînor ê Bab El-Hewa yê ku niha di bin destê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de ye jî di nava van kesan de ye.

Li aliyê din li navçeya Şera li derdora gundê Qestel Cindo pevçûnên di navbera YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de berdewam in. Hate ragihandin ku di pevçûnan de bi dehan endamên komên çete hatine kuştin, her wiha tangek hatiye rûxandin û wesayîtek ku doçka li ser heye hatiye desteserkirin.