Li Efrînê 13 endamên El Qaîdeyê hatin kuştin

Li Efrînê 13 endamên El Qaîdeyê hatin kuştin

Di pevçûnên li derdora gundê Qestel Cindo ya Efrînê ku di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê de 13 çete hatin kuştin.  Li aliyê din jî yekîneyên tangan ên YPG’ê benda kontrolê ya çeteyên El Qaîdeyê  ku di navbera gundê Qestel Cindo û bajaroka Ezaza de hedef girt û di encamê de bi dehan çeteyên El Qaîdeyê/ Eniya El Nusra hatin kuştin û birîndarkirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro di saetên sibê de komên çete yên El Qaîde û El Nusra êrîşî gundê Qestel Cindo ya navçeya Şera ya Efrînê kirin. Hate gotin ku êrîşkaran ji aliyê daristanên merx   êrîş pêk anîn û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn qewimîn.  Çavkaniyan destnîşankirin ku pevçûn derdora 2 saetan dom kir. Hate gotin ku di encama pevçûnan de 13 çetên El Qaîde/Eniya El Nusre hatin kuştin û neçara man paşde birevin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku yekîneyên tangan yê YPG’ê benda kontrolê ya çetên El Qaîde û Eniya El Nusra ku li navbera herêma Ezaz û gundê Qestel Cindo de bû hedef girtin. çavkaniyên herêmê diyar kirin ku bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Li herêmê cih bi cih pevçûn didomin.