Li Efrînê 16 çete hatin kuştin

Li Efrînê 16 çete hatin kuştin

Li Efrîn di navbera hêzên YPG'ê û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) pevçûn rû dan. Hate gotin ku di encama pevçûnan de 16 endamên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatine bidestxistin duh di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar ên DAIŞ'ê de li 5 deverên herêma Meerîn, Yazî Bax û Qestel Cindo yên Efrînê pevçûn qewimîne.

Hate hînbûn ku hêzên YPG'ê li Qestel Cindo nuqteyek komên çekdar ên DAIŞ'ê hedef girtin û di encamê de 7 endamên DAIŞ'ê hatine kuştin.  

Heman çavkanî diyar kir ku li gundê Yazî Bax û Meerîn jî komên çete yên DAIŞ'ê dixwestin êrîşî bendên YPG'ê bikin rastî bersivdayîna hêzên YPG'ê hatin û di encamê de pevçûn derketin.

Hate hînbûn ku di pevçûnên li vir jî 9 çete hatin kuştin.

Li aliyê din, heman çavkaniyan destnîşan kirin ku komên çete yên DAIŞ'ê li nêzî gundê Qestel Cindo dema dixwestin êrîşî benda YPG'ê bikin rastî bersivdayîna hêzên YPG'ê hatin û di encamê de kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûn û wesayîtek wan hate rûxandin.

Derbarê hejmara kuştî û birîndarên li vê derê de ti agahiyên zelal ne hatin bidestxistin. Hate gotin ku komên çekdar ên DAIŞ'ê yên rastî bersivdayîna hêzên YPG'ê hatin neçar man xwe ji herêmê paşve bikşînin.

Komên çete ku windayîn mezin dan bi hawanan derdora gundê Qestel Cindo topbaran dikirin û di encamê de ziyana madî çêbû ye.