Li Efrînê 2 endamên cemaatê hatin girtin
Li Efrînê 2 endamên cemaatê hatin girtin
Li Efrînê 2 endamên cemaatê hatin girtin
Hêzên Asayîşê li navçeya Cindêrisa Efrînê 2 kurdên ji Amedê ku li ser navê cemaatên “îslamî” yên Tirk tevdigerin û di riyên qaçax derbasî herêmê bûne, girtin.
Çavkaniyên nêzî Asayîşa Cindêrisa Efrînê duh di saetên êvarê de 2 kurdên ji Amadê ne, girêdayî cemaatên Tirk yên bi navê Îslamî tevdigerin girtin binçavan. Çavkaniyan diyar kir dema herdû kes bi qaçaxî hewildidan derbasî herêmê bibin ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatin girtin.
Têkildarî herdû kesên ku li ser navê cemaatên “îslamî” yên tirkan tevdigerin de rêveberiya Asayîşa li Cindêrisê diyar kir ku di rojên li pêş de agahiyên berfireh bidin raya giştî.
Di demên dawî de bi gelek belgeyan îsbat bûye ku cemaatên Tirk ku li ser navê îslamî tevdigerin û bi kiryarên xwe dûrî îslamê ne di êrîşên dawî yên li dijî Rojavayê Kurdistanê cihê xwe digirin. Dewleta Tirk jî ji bo komên girêdayî El Qaîde êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê bikin sinorê xwe heta dawî vekiriye.