Li Efrînê 35 girtî ketin ber efûya cejnê
Li Efrînê 35 girtî ketin ber efûya cejnê
Li Efrînê 35 girtî ketin ber efûya cejnê
Hêzên Asayîşa Efrînê, piştî biryara efûyê ku ji aliyê Dîwana Edaletê ya Rojava ve hate dayîn, îro 35 girtiyên ketin ber efuyê serbest berdan.
Bi munasebeta Cejna Qurbanê Dîwana Edaletê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo girtiyên sucên wan sivik in efû da. Li ser biryara Dîwana Edaletê îro di saetên sibê de hêzên Asayîşa Efrînê 35 girtiyên ketin ber efûyê serbest berdan.
Li ser daxwaz û serlêdana Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Dîwana Edaletê bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku bi munasebeta Cejna Qurbanê ji bo girtiyên sûcên wan sivik in efû derxistiye. Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku li her bajarekî komîsyon hatine avakirin û dest xebatê hatine kirin. Şertên serbestberdanê jî wiha hatine diyarkirin.
1- Di bin çavdêriya dozgeriya cewariyê û dadgehê de hemû girtiyên dikevin ber efûyê serbest bêne berdan.
2- Girtiyên hîn di bin lêpirsînê de ne û îdaya kesayetî li ser wan hene, bi kefîlan dikarin bêne berdan.
3- Xalên biryarê di 13’ê cotmehê de destpê dike û divê di nava 24 saetan de pêk werin.