Li Efrînê 35 şervanên din tevlî YPG’ê bûn
Li Efrînê 35 şervanên din tevlî YPG’ê bûn
Li Efrînê 35 şervanên din tevlî YPG’ê bûn
Akademiya Şehîd Xebat a Perwerde ya Leşkerî ya herêma Efrînê dewreya perwerdeyê ku ji bo 35 şervanên YPG/YPJ`ê dabû destpêkirin, bi merasîmekê bidawî kir.
Akademiya Şehîd Xebat a Perwerdeya Leşkerî ya herêma Efrîn 2 meh û nîf berê ji bo 16 şervanên YPG`ê û 19 şervanên YPJ`ê yên nû dewreya perwerdê bi navê ᾿̓Şehîd Rojvan᾿̓ dabû destpê kirin. Dewreya ku 2 meh û nîvan dewam kir bi merasîmekê bi dawî bû. Di perwerdeyê de li kêleka perwerdeya leşkerî dersên rêxistinî, siyasî û ideolojî jî hate dayîn..
Merasîm bi tevlîbûna fermandarên YPG`ê û YPJ`ê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre fermandarê YPG`ê Selahedîn Bilal derbarê rola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de axivî û da zanîn ku YPG`ê hêza parastina hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistê ye.
Piştî axaftinê 35 endamên dewreyên soz dan û piştî sozdanê bawername li şervanên nû hate baelvkirin. Merasîm bi diurşmeyên dilsoziya bi YPG`ê û YPJ`ê re bi dawî bû.