Li Efrînê 37 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin
Li Efrînê 37 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin
Li Efrînê 37 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin
Di pevçûnên navbera hêzên YPG û çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê yên li Efrînê de, ji duh êvarê û vir ve 37 çete hatin kuştin. Hat ragihandin ku di pevçûnan de şervaneke YPJ'ê jiyana xwe ji dest daye. Pevçûnên li herêmê dewam dikin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatine girtin, duh di saetên êvarê de komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ), Artêşa Muheme, Lîwai El-Tewhîd û hin çeteyên Kurd li herêma di navbera gundê Bênê û Cilbirê, her wiha gundên Mezra û Mereskê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê êrîş pêk anîn. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv dan û encamê de pevçûn heta saetên sibê dewam kirin. Hate hînbûn ku di van pevçûnan de 17 çete hatine kuştin. Her wiha 2 wesayîtên çeteyan hatine desteserkirin. Di van pevçûnan de şervanek YPJ'ê jiyana xwe ji dest daye.
Heman çavkanî destnîşan kir ku komên çete yên DAIŞ'ê li derdora gundê Meryemên êrîş pek anîn. Êrîşkar rastî bersivdayîna şervanên YPG'ê hatin û di encamê de pevçûn derketin. Hate hînbûn ku di pevçûnên ku heta seranserî xeta di navbera Gundê Mereskê û Mezra berfireh bûn de 10 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, her wiha wesayîtek doçka û topek 57 hatin rûxandin. Her wiha hêzên YPG'ê li dijî noqteyek çeteyên DAIŞ'ê ya li gundê Meeyemîn de çalakî lidar xist û di encamê de kuştî û birîndarên komên çete çêbûne.
Li aliyê din di pevçûnên ku li derdora gundê Qestel Cindo ya navçeya Şera ya Efrînê ku di pevçûnên ku şevê din heta îro saetên sibê dewam kirin de 7 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Li gundê Yazî Baxê jî hêzên YPG'ê li dijî nuqteyek komên çete çalakî lidar xist û di encamê de 3 çete hatin kuştin. Li derdora gundê Meerîn û Qestel Cindo cih bi cih pevçûn didomin. Her wiha li gundê Cilbirê jî pevçûn bi dijwarî dewam dikin.