Li Efrînê 4 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin

Li Efrînê 4 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin

Çavkaniyekî ji hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihandin ku şervanên wan di çalakiyek di navbera gundên Meerîn û Yazibaxê de yên nêzî bajarê Ezazê de 4 çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam  hatine kuştin.

Li gora çavkaniyên hêzên YPG’ê duh bi şev çalakiyek di navbera gundên Meerîn û Yazibaxê yê giridayî bajarê Ezazê li dijî çeteyên Dewleta Îslamiya Iraq û Şamê pêk anîne. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin.

Hate zanîn pevçûnên li herêma gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera car car didomin.