Li Efrînê Azadî li ser sûc hat zevtkirin

Li Efrînê Azadî li ser sûc hat zevtkirin

Yekîneyên Asayîşa Mabatê yên ser bi rêveberiya Asayîşa Efrînê, sê roj berê li Gundê Huso li malekê 5 kalaşînkof, du radyoyên têkiliyê û bombeyeke destan zevt kirin. Sê kesên xwediyên van çekan jî hatin binçavkirin.

Yekîneyên Asayîşa Mabatê yên ser bi rêveberiya Asayîşa Efrînê, sê roj berê li Gundê Huso li malekê geriyan. Di serdegirtina li ser îxbarê li mala Mûstafa Abdulhamît Sîno de 5 çekên otomatîk ên kalaşînkof, 2 radyoyên têkiliyê û li bombeyeke destan hatin dîtin. Kurê Mûstafa Sîno Eymen Sîno, Mehmet Emîn Sîno û Abdo Osman Sîdo yê dûre hat hînbûn Endamê Meclîsa Gund a Azadî ye, ku hat gotin xwediyên van çekan e, hatin binçavkirin. Di îfadeyên ew kesên hatine binçavkirin de, rastiyên balkêş derketin holê.

Gundiyên gundê Huso yên van kesên hatine binçavkirin nas dikin, ji asayîşê re axivîn û anîn ziman ku vana hewl didin li dijî YPG'ê hêzeke leşkerî ava bikin û ji bo vê jî karên rêxistinbûyînê dimeşînin. Hat gotin; piştî ku vana fêm kirin bi vî rengî nikarin encamekê bi dest bixin ji navenda partiya xwe ya li Hewlêrê re ragihandine ku ew dixwazin perwerdeyeke leşkerî bibînin, li ser vê yekê Azadî fermana dîtina perwerdeya pêşmergetiyê daye wan û wan jî ji bo dîtina perwerdeyê xwe amade dikirin biçin başûr, lê hatine girtin. 

Îfadeyên Eymen Sîno, Mehmet Emîn Sîno û Abdo Osman Sîdo û agahiyên ji mirovên wan nas dikin hatiye wergirtin; Partiya Azadî beriya niha li herêma Efrînê di bin navê Bazên Efrînê, Bazên Azadiyê de çend kes anîne cem hev û bi vî rengî hewl dane nîşanî raya giştî ya derve bide ku wan jî hêzek ava kirine.

Îfadeyên van kesên mijara gotinê di heman demê de nîşan dide ku koma Azadî xwe dispêre kê-ku derê. Navê koma Azadî ji aliyê yek ji fermandarê Artêşa Azad ê di komkujiya Til Eran û Til Hasilê de cih girtibû jî, hatibû bilêvkirin. Bi agahiyên ji van kesên hatine binçavkirin re piştrast bû ku koma Azadî ya di komkujiyê de cih girt, komek Partiya Azadî ye.

Piştî girtina Eymen Sîno, Mehmet Emîn Sîno û Abdo Osman Sînor ya beriya sê rojan ji aliyê yekîneyên fermandariya asayîşa herêmê ve, Serokê Partiya Azadî Mûstafa Cûma û koma bi navê Bazên Efrînê daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn ku hin endamên wan hatine girtin, li mala lê hatiye girtin pere û zêrên heyî hatine desteserkirin. Xwediyê malê Mûstafa Abdulhamît Sînor yê li mala wî çek hatin zevtkirin û kurê wî Eymen Sîno hat binçavkirin daxuyaniyek da û gotinên Mûstafa Cûma û daxuyaniya komên din derewand. Mûstafa Sîno got, "Li mala min pênc kalaşînkof hebûn, zevt kirin. 2 radyoyên têkiliyê û bombeyeke destan zevt kirin. Destê xwe nedan pere û zêran. Dev ji lêdanê berdin, gotineke nebaş jî ji bûka min re ne gotin. Kurê min zevt kirin û birin. Lê ji ber hurmet nîşanî me dan, destê kurê min li pêşberî me kelepçe jî nekirin û ew birin. Di dema lêgerînê de, alavên ji şûna wan rakirin, bi destê xwe danîn cihê xwe. Hinek behsa pere, zêrên li mala min dikin. Ev ne rast e. Destê xwe nedan qiruşekî me. Hinek dibêjin bi zorê xwestine ez daxuyaniyeke bi vî rengî bidim. Lê ev ne rast e, min bi xwe xwest her kes vê rastiyê bizanibe. Der heqê me de derewan dikin û siyasetê dikin. Siyaset bi derewan, bi reşkirina mirovan nabe."