Li Efrînê çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê didomin
Li Efrînê çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê didomin
Li Efrînê çalakiyên şermezarkirina 15'ê Sibatê didomin
Li navçeyên Raco, Basûtê, Şêxurzê yên Efrînê bi çalakiyên cûda 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê hate şermezarkirin.
Li navçeya Raco ya Efrînê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şermezarkirna 14'emîn salvegera 15'ê Sibatê şevêdin meşeke bi meşeleyan li dar xistin.
Li navçeya Raco bi sedan ciwan li ber avahiya navenda Şehîd Aslan a ciwanan kom bûn. Ciwanên ku meşele di destê xwe de hilgirtibûn li nava kolanên navçeyê geriyan û di nava bazara navendî ya navçeyê û taxa Elsixûr geriyan. Ciwanan al û sembolên kurdî di destên xwe de hilgirtibûn. Her wina duruşmeyên ku Ocalan silav dikirin, doza azadiya Ocalan dikirin, tecrîda li Îmralî şermezar dikirin û yên ku berxwedana YPG'ê silav dikirn diqîriyan.
Li gundê Basûtê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê gundiyan heman armanên çalakiya rawestandinê di kolana giştî ku di nava gund re derbas dibe li dar xistin. Çalakiya gundiyan derdora 2 saetan dewam kir, çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endama Yekîtiya Star Hedayat Umer axavî û da zanîn ku Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Ocalan hedefa wê gelê kurde û komploya 15'ê Sibatê şermezar kir. Di dawiya axaftina xwe de Umewr bal kişand ku komplo ya li dijî gelê kurd hîd didome û nîşana wê êrîşên li ser gelê Rojavayê Kurdistan li Serêkaniyê û Eşrefiyê ye.
Di heman çarçoveyê de li gundê Şêxurzê ya na navçeya Bilbilê ya Efrînê gundiyan çalakiya rawestandinê li dar xistin. Gundiyên ku kom bibûn cilên reş li xwe kiribûn û destên xwe bi benên reş girêdan. Çalakiya gundiyan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir piştre gundiyan çalakiya rûniştinê lidarxistin û li gotinên Ocalan hate guhdarkirin.
Çalakvanan pankartên ku li ser nivisîbûn ''BÊ OCALAN JIYAN NAMEŞE'', '' BIJÎ BERXWEDANA ÎMRALÎ'' ''EM KOMPLOYA LI DIJÎ OCALAN ŞERMEZAR DIKIN'' vekiribûn.