Li Efrînê çalakiyên şermezarkirna komployê didomin

Li Efrînê çalakiyên şermezarkirna komployê didomin

Li navçeya Mabata ya Efrînê Tevgera Ciwanên Şoreşger, civîna ciwanan li dar xist. Di civînê de belgefilmek li ser tekoşîn û jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.

Li navçeya Mabata ya Efrînê Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdala Ocalan, li navenda çand û hunerê civînek li dar xistin, di civînê de belgefilmek li ser tekoşîn û jiyana Ocalan hate nîşandan.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Riyad Sîdo axivî û diyar kir ku ew wek ciwan li tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin û heta dawî li ser fikr û felsefeya Ocalan dê heta ku bermahiyên komployê bi dawî bibin.

Piştî ku Sîdo axaftina xwe bi dawî kir belgefilma li ser jiyana Ocalan û tekoşîna ku da nîşandan her wiha axaftinên Ocalan hate temaşekirin.