Li Efrînê civîna gel
Li Efrînê civîna gel
Li Efrînê civîna gel
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Efrînê bi armanca nirxandina rewşa dawî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê civîna gel li darxist.
Bi sedan kes beşdarî civînê bûn, civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endamê Desteya Rêvebir û Nûnerê Rojhilata Navîn ê PYD'ê Esed Menan axaftinek kir û li ser geşedanên Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê rawestiya. Menan, da zanîn ku şoreşa gelê Sûriyeyê li dijî tunekirin û înkara gelan e. Menan, destnîşan kir ku kurdan ji ber siyaseta rast û durist, şer û pevçûn dûrî herêmên xwe girtine. Menan, anî ziman ku Yekîneyên Parastian Gel (YPG) jî, pîlanên dijminên kurdan vala derxistine û herêmên kurda parastine.
Endama Meclîsa Efrînê ya PYD'ê Najda Mele Reşîd jî, di civînê de axivî û li ser rola jianan a di şoreşa Sûryê de rawestiya. Najda Mele Reşîd, wiha got: ''Gelek alî hene dixwazin rola jinan di şoreşa Sûriyeyê de bêbandor nîşan bidin. Lê ev ne raste, jinan îradeya xwe nîşan daye. Divê hemû jin têkoşîna xwe bilindtir bikin."