Li Efrînê dema hinaran
Li Efrînê dema hinaran
Li Efrînê dema hinaran
Li bajarê Efrînê ku bi zeytûn fêkiyên xwe tê nasîn, demsala jêkirina hinaran destpê kir. Hinarên têne komkirin hem tên firotin hem jî dims jê tê çêkirin.
Li herêma Efrînê yek ji darên fêkî yên ku zêde lê tê çandin jî hinar e. Hinar zêdetirîn jî li navçeyên Şêrewa û Cindirêsê tên çandin. Ji ber ku li van herdu navçeyan axeke bi ber heye û av jî zêde ye, hinar jî zêde ne.
Piraniya gundên navçeya Şêrewa debara xwe bi hinaran dikin. Welatî hinarên xwe hem difiroşin, hem jî dims çêdikin.
Li herêmê dema jêkirina hinaran di meha Cotmehê de destpê dike. Welatî ji berbanga sibehê ve diçin baxçeyên xwe û hinaran kom dikin. Piştî komkirinê jî welatî beşek hinarên xwe dibin sukê û difiroşin, ji beşek din jî dimsê çêdikin.
Ji şêniyên navçeya Cindirêsê Mihemed Mihemed got ku piştî ku wan hinar ji daran kirin dibin sûkê û difiroşin esnafan. Mihemed diyar kir ku buhayê hinaran li gorî sala borî sedî 50 zêde bûye.
Dimsê ku ji hinarên Efrînê tê çêkirin jî bi cure û xweşbûna xwe navdar e. Ji bo çêkirina dimsê bi taybetî hinarên tirş têne bijartin. Dimsê hinaran di gelek xwarinan de û bi piranî di salateyan de tê bikaranîn.