Li Efrînê dewreya şehîd zîlan ya jinan bi dawî bû
Li Efrînê dewreya şehîd zîlan ya jinan bi dawî bû
Li Efrînê dewreya şehîd zîlan ya jinan bi dawî bû
Li Efrînê hêzên asayîşê bi alîkariya akadimiya jinê dewreya duyemîn ya jinan bo asayişê ya bi navê Şehîd Zîlan bi dawî bû.
Li Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd di nava hemû beşên jiyanê de cihê xwe digre, jinan li Rojavayê Kurdistanê di nava asayişê de rola xwe ya ber bi çav dileyîzin. Herî dawî li Efrînê dewreya bi navê Şehîd Zîlan hatibû despêkirin.
Dewreya Şehîd Zîlan ku 20 jinên perwerdeya asayişê didîtin bi dawî bû, Êdî jinên ku dewre bi dawî kirin dikarin bi fermî di nava asayişê de cihê xwe bigirin. Di dema bi dawî kirina dewreyê de berpirsyara dewreyê Arşem Kurdman diyar kir ku, ji ber ku gelê Kurd di qonaxeke hesas re derbaz dibe, pêwîste baş xwe perwerde bikin û li ser baş bifikirin da ku karibin mafê xwe bi dest bixin. Her wiha Kurdman komên çete yên ku ketine Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.