Li Efrînê di erefeya Newrozê de civînek girîng

Li Efrînê di erefeya Newrozê de civînek girîng

Ji bo bûyerên provakatîf yê demeke li Efrînê didomin rawestin civînek li bajar pêk hat.  Hemû partiyên li herêmê faliyetê dimeşînin ji bilî partiya Azadî, nûnerên YPG û Artêşa Azad tevlî bûn. Di civînê de biyar hat girtin ku ji bilî YPG’ê tu hêzên leşkerî dê li herêmê neyên qebûlkirinû gelek biryarên din hatin girtin.

Bi armanca çaresreiya pirsgsirêkên li Efrînê YPG, Meclisa Herêmî ya Efrînê, nûnerên Meclisa Netewî ya Kurd a Sûriyeyê xebat meşandin û encam girtin.

JI BILÎ AZADΠ HEMÛ PARTÎ TEVLÎ BÛN

Civîna ku erefeya Newrozê de pêk hat, hemû paratiyên li Efrînê faliyetan dimeşînin, nûnerekî Artêşa Azad û endama Konseya Bilind a Kurd Sînem Muhammed û nûnerên Fermandariya YPG’ê tevlî bûn.

Civîn roja sêşemê di demjimer 12’an de pêk hat. Tenê paratiya Azadî ya ku girêdayê Mustafa Cuma ye tevlî civînê nebû.

Xala sereke ya civînê, bûyerên pevçûnê yê di demên dawî de li Efrînê pêk tên bû. Ji bo pêşî lêgirtina van bûyeran civîn pêk hat û her wiha xaleke din ya civînê ev bû hêzên ku dixwazin yekitiya kurdan zirarê bidinê divê ji alî her kesî bê dîtin û li gorî wê nêzîk bibin.  Civîn bi nîqaşên berfireh berdewam kir.

YPG ROJAVA DIPARÊZE

Li ser navê Fermandariya YGP’ê ya Efrînê Mahmut Berxwedan mafê axaftinê gir.  Berxwedan diyar kir ku,  YPG yekane hêza fermî  ya Rojavayê Kurdistanê ye û got ev ji aliyê Konseya Bilind ya Kurd ve hatiye aşkera kirin. Berxwedan got, ji bilî vê tu hêzên leşkerî yên li herêma Rojvayê Kurdistanê nayê qebûlkirin û wiha got: “Bi bilî hêzên YPG’ê,  hêzên bixwazin bikevin qada kurdan ji bo şer tên qebûlkirin. Em di erefeya Newrozê de civînek wiha pêk tînin. Em di wê baweriyê de ne ku dê Newroz bibe wesîleya bihêzkirina yekitiya me.  Her wiha ev civîna me ji bo ku ji bûyerên li gundê Çakilma ya girêdayê Reco û gundên Basuta û Bercê pêk tên re çareserî bê dîtinê ye.”

BÛYER PROVAKASYONIN

Berxwedan diyar kir ku, ev bûyerên pêk hatine armanca wan ev ku YPG û Artêşa Azad bînin hemberî hev û got: “Ev provakasyonin. Her Kurd dixwazin tevlî Artêşa Azad bibin. Lê tenê dikarin li qadên ku Artêşa Azad li dijî rejîmê têdikoşe, şer bikin. li qadên me yên ku me azad kirine nikare, xwe bide pişt Artêşa Azad.  Ger bikevin qada me em qebûl nakin.  Ji ber ku Artêşa Azad wan wisa qebûl nake. Ger şoreşa Rojavayê Kurdistanê bixwazin dikarin di YPG’ê de cih bigirin. Ji ber ku YPG ne hêzeke partiyeke siyasiye.”

PEVÇÛNA DI NAVBERA KURDAN DE XETA SORE

Sînem Muhammed jî  diyar kir ku, jibo parastina şoreşa xwe û pêşxistina pergala xwe ji bilî yekineyên paratinê tu rê tuneye û got, ew wek konseyê vê qebûl nakin. Muhammed diyar kir ku, li dijî kesên ku komên çetayan anîne Serêkaniyê têkoşîneke mezin didin û got, divê tu kurdek êdî destûrê nedin tiştekî wisa.

Endamê Meclisa Netewî a Kurdên Sûriyeyê Muhammed Ever jî diyar kir ku, ji bo pirsgirêk çareser bibin û yekitî ava bibe divê hin biryar bên girtin û ev biryar bên îmze kirin.

NÛNERÊ ARTÊŞA AZAD: EM LI HERÊMÊN KURDAN WEK HÊZA LEŞKERÎ TUNENE

Nûnerê Artêşa Azad  Serbaz Şevkî Osman axivî û  diyar kir ku, pirsgirêkên di navbera kurdan de derdikevin divê Kurd bixwe çareser bikin û divê kesên din tevlî pirsgirêkên xwe neke û got: “Hinek kom dixwazin xwe jî di van bûyeran de wek alî bibînin.” Osman destnîşan kir ku, ew ji Kurdên di bin bana Artêşa Azad de ne berpirsyarin, lê li Rojavayê Kurdistanê wek hêza leşkerî dê hebûna wan tunebe.

Nûnerê partiya Kurd a Demokrat ya Pêşveçûyî Kamuran Hesen jî  got, hêza parastinê ya Rojavayê Kurditsanê YPG ye û got ji bilî vê rewabûna tu hêzekî tune.

BIRYARÊN GIRÎNG HATIN GIRTIN

Di çarçoveya nîqaş û pêşniyaran de ji bo nivîsandina biryaran komîsyonek hat avakirin. Biryarên ku komîsyonê nviîsî ji aliyê kesên civîn bi rêve birin hatin xwendin. Pitşî xwendina biryaran hate diyar kirin ku, kesên di biryaran de hemfikrin dê îmzeya xwe bavêjin.

Di dawiya civînê de berdevkê Meclisa Netewî  ya Kurd a Efrînê  Ragip Heci Hesen û li ser navê Meclisa Gel a Kurdistanê jî  serokê meclisa herêma Efrînê Atuf Abdo û  endama Konseya Bilind a Kurd Sînem Muhammed biryar îmze kirin û biryar di bin 8 sernavan de hat îmzekirin;

1-Di mehê dawî de hemû kesên li Efrînê hatine girtin divê şert bên berdan. Bi wesîleya cejna me ya Newrozê divê bên berdan.

2-Ji bilî  YPG’ê tu hêz divê li herêmê neyê qebûlkirin û divê vê bikin bin garantiyê. Ji bilî vê biryarê kesên bikevin nava hewldanan dê derbarê wan de ji aliyê hêzên asayîşa Konseya Bilind a Kurd ve lêpirsîn bê destpêkirin.

3- Komîteyên ji aliyê Konseya Bilind a Kurd ve hatine avakirin divê di demeke nêz de aktîf bibe.

4-YPG avabûna siyasî ya herî jor a Konseya Bilind ya Kurde.

5-Divê dest ji propagandayên reşkirinê bê berdan. Heta ku agahî neyên teyîtkirin bila nûçe neyên çêkirin.

6-Meş, civîn, xwepêşendan mafên herî xwezayî rewaye. Lê divê ji Konseya Bilind a Kurd destûr bê girtin.  Ev jî jib o ewlehiya welatiyane.

7-Her Kurd dikarin di Artêşa Azad de cih bigire. Ev mafê wane. Lê vexwendîkirina Artêşa Azad ya bo qadên me nayê qebûlkirin.

 8- Bê erêkirina Komîteya Ewlehiyê ya girêdayê Konseya Bilind a Kurd dê girtinên siyasî çênebin.