Li Efrînê endamekî îstîxbaratê hate girtin

Li Efrînê endamekî îstîxbaratê hate girtin

Hêzên Asayişa navçeya Cindrêsê ya Efrînê, endamekî koma çete a bi navê "Şuheda Iwêcil" ku karê îstîxbaratî dikir, girtin.

Dewriyeya Hêzên Asayişa Cindrêsê, kesê bi navê Hesen Sêfo ku yek ji endamên tabûra "Şuheda Iwêcil" e, dema li navçeryê karê îstîxbaratî dikir, girtin.

Çavkaniyên Asayişê diyar kirin ku piştî pevçûnên di navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete de, li herêma Atmê ya di navbera Idlib û Cindrêsê de dewriyeyeke Asayişê kesê bi navê Hesen Sêfo, yê ji gundê Kefernayê yê Helebê girtin. Çavkaniyên Asayîşê destnîşan kirin ku Sêfo yek ji endamên tabûra "Şuheda Iwêcil" e û dema li navçeryê karê îstîxbaratî dikir, girtine.

Çavkaniyan gotin ku bi kesê girtî re şûrek, hebên hişbir, kabloyeke ku ji bo îşkenceyê tê bikaranîn, lîsteyeke navan, rutbeyeke leşkerî, erebeyeke Fiyato û hin belgeyên girêdayî tabûra "Şuheda Iwêcil", hatine desteserkirin.

Çavkaniyên Asayişê diyar kirin ku belgeyên hatine dîtin, aşkere dikin ku tabûra behsa wê tê kirin girêdayî rejîma Baasê ye.