Li Efrînê gerîlaya HPG'ê Şîlan Cûdî spartin axê

Li Efrînê gerîlaya HPG'ê Şîlan Cûdî spartin axê

Li Efrînê cenazeyê gerîlaya HPG'ê Şîlan Cûdî ji aliyê hezaran kesî ve, bi merasîmeke girseyî hate oxirkirin.

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Şîlan Cûdî ya di 1'ê kanûna 2012' an de, di encama pevçûna di navbera artêşa Tirk û Hêzên Parastina Gel(HPG) a li navçeya Aricak a Elezîz de jiyana xwe ji dest dabû. Duh gihîşte bajarê Rojavayê Kurdistanê Efrînê.

Cenaze ji aliyê hezaran kesî ve li ser milan ji navçeya Bilbilê ber bi gundê Hezre ve hate oxirkirin. Li wir Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, di berdewamiya merasîmê de endamê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Ferhad Dêrîk axivî. Dêrîk diyar kir ku bi keda Şehîdên 30 salan li ser çiyayê Kurdistanê xwîna xwe didin, em gihîştine rewşa heyî ya  îro li Rojavayê Kurdistanê. Dêrîk di dawiya axaftina xwe de dazanîn ku ewê heta dawî li ser şopa şehîdan bimeşin.

Piştî Dêrik bavê gerîlaya HPG'ê Şîlan Cûdî axivî û dazanîn ku ewê xwedî li xwîna şehîdan derkevin û got ku ev dê heya dawî şopdarê keça xwe Şîlan be. Piştî axaftin bi dawî bû cenazeyê Cûdî bi dirûşme û tilîliyan spartin axê.

Gerîlaya HPG'ê Şîlan Cûdî  di 1'ê kanûna 2012'an de, di encama pevçûna di navbera  artêşa Tirk û YPG'ê de  li navçeya Aricak a Elezîz rû dabû jiyana xwe ji dest dabû.

 Şîlan Cûdî navê rastî (Zeyneb Ebdo) navê dayikê Bedîa, navê bav Îzet. Şîlan Cûdî li  Rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê ji dayik bûye