Li Efrînê hêzên asayîşê bazirganên heşîşê binçavkirin
Li Efrînê hêzên asayîşê bazirganên heşîşê binçavkirin
Li Efrînê hêzên asayîşê bazirganên heşîşê binçavkirin
Asayîşa Efrînê komek bazirganên heşîşê girtin binçavan, madeyên bi wan re desteser kir û madeyên hatin destserkirin hatin şewitandin.
Li Navçeya Şiyê ya Efrînê hêzên asayîşê komek bazirganên madeyên hişber, di dema heşîş ji Tirkiyeyê derbasî Rojavayê Kurdistanê dikirin, girtin binçavan. Asayîşê 2 kîlo heşîş bi wan re destser kir û ew radestî dadgeha gel kirin.
Dadgeha gel kesên behsa mijarê şandin girtîgehê û heşîşa hate destser kirin asayîşê li ber çavê welatiyan şewitand.