Li Efrînê kesek kuştî hate dîtin

Li Efrînê kesek kuştî hate dîtin

Li herêma Şera ya Efrînê cenazeyê kesekî ku guleyek li pişta serê wî hatiye xistin, hate dîtin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, komek ciwanan li nêzî gola Meydankê cenazeyê kesekî dîtin û agahî dan hêzên asayîşê. Li ser vê yekê hêzên asayîşê li cihê bûyerê lêkolîn da destpêkirin. Di encama lêkolîna hatiye kirin de, hate hînbûn ku cenaze aydî welatiyê bi navê Musfeta Fuad Nasir ê ji gundê Qîbar ê Efrînê ye û guleyek li pişta serê wî hatiye xistin. Cenazeyê Nasir teslîmî malbatê hate kirin. Lêpirsîn di derbarê bûyerê de didome.