Li Efrînê komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
Li Efrînê komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
Li Efrînê komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin
Li Efrînê Komîteya Azadiya Ocalan diyar kir, ku bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya ku di encama wê de Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999’an dan de hate girtin, wê meşên protestoyî li hemû deverên Efrînê lidarbixin.
Li Efrînê Komîteya Azadiya Ocalan der barê şermezarkirina komploya navnetewî ku li dijî gelê kurd hate destpê kirin û di encamê de rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15'ê sibata 1999’an de hate girtin de daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyaniya Komîteya Azadiya Ocalan diyar kir ku ewê bi armanca şermezarkirina komploya li dijî rêberê gelê kurd wê li seranserî navçe, gund û bajarokên Efrînê meşên protestoyî lidarbixin.
Komîteya Azadiya Ocalan da zanîn ku di 11'ê sibatê de li navçeya Bulbilê, di 15'ê sibatê de li navçeya Cendêrisê û di 17'ê Sibatê de li navçeya Şiyê bimeşin. Komîteya Azadiya Ocalan di daxuyaniyê de balkişand ku 15'ê Sibatê rojeke reşe ji bo hemû kurdan û bang li welatiyan kir ku tevlî rêzeçalakiyên wan bibin.