Li Efrînê Mamoste Osman hate bîranîn
Li Efrînê Mamoste Osman hate bîranîn
Li Efrînê Mamoste Osman hate bîranîn
Endamê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Osman Silêman ê ku di zindanê de bi destê hêzên rêjîma Suryê hate qetilkirn, hate bîranîn.
Li Navçeya Cindêrisê ya Efrînê ji bo bîranîna Endamê PYD'ê Mamoste Osman Silêman ê ku di 18'ê sibata 2008’an de di zindana rêjîma Bass de, di îşkencetê jiyana xwe ji dest dabû civîn hate lidarxistin. Civîn di navenda çand û hunerê de bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endama PYD'ê Hêvîn Reşîd axivî û bal kişand ku mamoste Osman berxwedêreke mezin bû, jiyana xwe kiribû xizmeta Tevgera Azadiya gelê Kurdistanê.
Piştî Reşîd Endamê komîteya Rêvebir a PYD'ê Esed Menan axivî û diyar kir ku geşedanên ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê diqewimin bi keda şehîdan e, ji ber wê divê gelê me heta dawî xwedî li keda wan derkevin, hişyar bin û hêzên xwe bikin yek.
Mamoste Osman Silêman(Osman Dadalî) di 1-7- 1946 an de li gundê Dadalê yê Kobanê ji dayik bû, piştî pêngava 15'ê tebaxê kete nava xebatên Tevgera Azadiya Kurdistanê de û gelek caran hate girtin. Di 1990 de tevlî hilbijartinên Perlementoya Suryayê bû û wek nûnerê gundên Helebê cihê xwe di parlementoyê de girt.
Piştî ku dema wî ya perlemanê de bi dawî bû ji aliyê hêzên ewlekariya Sûriyeyê gelek caran hate binçavkirn. Cara dawî ku hate binçavkirin di 29-11-2007’an de bû, Mamoste Osman ji ber îşkence û şidetê bi navekî sexte hêzên rêjîma ew rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê di 18'ê sibata 2008’an de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bi hezaran kesî ve li gundê Dadalê spartin axê.