Li Efrînê meşa silavkirina berxwedana Serêkaniyê
Li Efrînê meşa silavkirina berxwedana Serêkaniyê
Li Efrînê meşa silavkirina berxwedana Serêkaniyê
Li Efrînê bi deh hezaran kes bi armanca destekdayina berxwedana Yekîneyên Parastina Gel(YPG) li Serêkaniyê û biratiyan gelan duh meşek li dar xistin.
Li Efrînê bi dehhezaran kes duh bi armanca desteekdayina berxwedanaYPG'ê li Serêkaniyê meşek li dar xistin. Meş di seet 12.00 an de ji riya sêkoşeya Rajo dest pê kir û berê xwe dan Qada Şehîdan, li wir meşvanan deqeyek rêzgirtinê rawestiyan. Piştre Endamê Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Ferhad Dêrik axavî û diyar kir berxwedana li Serêkaniyê îradeya gelê herêmê li dijî komên çete yên alîgirên Newaf Raxib Elbeşîrê ku yek ji endamên rêjîma Bass bû.
Dêrik da zanîn ku ev komên çete îda dikin ku şerê rijîma Bass dikin û diyar kir heger ku bi rastî şerê Bass dirana ewê li Şamê şer bikin. Di dawiya axaftina xwe de Dêrik got'' êrîşên komên çete, gelên herêmê bi hemû pêkhatiyên wê kirine yek''
Pişî Dêrik Endama Yekîtiya Star Zilûx Diyar axivî û da zanîn ku gelên Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhatiyên xwe berxwedana li Serêkaniyê destek dikin û gelê Efrînê amedene ku hemû tiştî bikin qurbana şoreşa azadiyê li Suryê û Rojavayê Kurdistanê.
Her wiha peyamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Saziya Zimanê Kurdî jî hatin xwendin. Di peyaman de destekdayina gelê Serêkaniyê û şermezarkirina komên çete hebûn.
Meşvanan wêneyên Rêbarê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên Desteya Bilind a Kurd û şervanên ku jiyana xwe ji dest dabûn hilgirtibûn. Her wiha pankartên ku li ser nivisî bû ''bijî berxwedana Serêkaniyê'' û ''Efrîn bi te re ye Serêkaniyê'' hatibûn vekirin.