Li Efrînê operasyona madeyên hişber

Li Efrînê operasyona madeyên hişber

Li navçeya Raco ya Efrînê hêzên asayişê komek kesên ku qaçaxçiya giyayên hişbir dikirin girtin bin çavan, Koma qaçaxçî bi çekan li ber xwe dan.

Dema ku hêzên asayişê derketibûn kontrolkirna xaçeriya gundên Memalî û Çeqmeq a navçeya Raco ya Efrînê de, rastî komeke qaçaxçiyên giyaya hişbir hatin û ew girtin bin çavan, endamên asayişan diyar kirin ku koma behsa wê tê kirin bi çekan êrîşî hêza asayişê kirin, lê ji aliyê hêzên asayişê ve hatin desteserkirin.

Derbarê girtina koma qaçaxçî ya giyayê hişbir de, endamê Asayişê Îdrîs Şêxo diyar kir ku wan giyayê hişbir ku destser kirine bi 4 milyon lîryê Sûriyeyê tê texmînkirin. Her wiha Şêxo bal kişand ku koma qaçaxçî madeyên xwe di riya navçeya Raco ya Efrînê re derbasî herêmê  dike û diyar kir ku lêpirsîna derbarê mijarê de didome.