Li Efrînê partiyên siyasî ‘dîwarê şermê’ şermezar kirin

Li Efrînê partiyên siyasî ‘dîwarê şermê’ şermezar kirin

Nûnerên partiyên siyasî yên Efrînê çêkirina “dîwarê şermê” ku ji aliyê hikumeta Tirk ve di navbera Bakûr û Rojavayê Kurdistanê de tê danîn şermezar kir.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokrat li Sûriye (Yekîtî) Hesen Çawîş diyar kir ku, çêkirina dîwar lidûrî exlaqê mirovahiyê ye û zirarê dide hemî pêkhateyên herêmê.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Pîrqedar Bekir jî çêkirina dîwar şermezar kir û anî ziman ku, bi vî dîwarî tê xwestin ku vîna gelê Kurd yê li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bê şikandin. Bekir diyar kir ku, hikumeta Tirk bi tu awayî nikare rê li ber vîn û berxwedaniya gelê Kurd bigire.