Li Efrînê pevçûn: 2 çete hatin kuştin
Li Efrînê pevçûn: 2 çete hatin kuştin
Li Efrînê pevçûn: 2 çete hatin kuştin
Komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li gundê Bênê yê girêdayî navçeay Şêrawa ya Efrînê êrîşî bendên kontrolê yên YPG'ê kirin. Li ser vê yekê şervanên YPG'ê bersiv dan û di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, endamên DAIŞ'ê saet di 11.00'an de êrîşî bendên YPG'ê yên li gundê Bênê kirin. Li ser vê yekê şervanên YPG'ê bersiv dan û di ecamê de pevçûn derket. Hate hînbûn ku di encama pevçûnan de 2 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin. Hate gotin ku yek ji endamên DAIŞ'ê yên ku hatine kuştin Tirk e.
Hate ragihandin ku pevçûn li herêma di navbera gundê Bênê û Zaretê didomin.