Li Efrînê pevçûn: 21 çetên DAIŞ hatin kuşin
Li Efrînê pevçûn: 21 çetên DAIŞ hatin kuşin
Li Efrînê pevçûn: 21 çetên DAIŞ hatin kuşin
Hate ragihandin ku li derdora gundên Qestel Cindo û Meerînê yên girêdayî Efrînê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derketiye û di encamê de 21 çete hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG’ê hatine girtin, şervanên YPG’ê duh komeke çeteyên DAIŞ’ê ku dixwestin êrîşî gundê Qestel Cindo bikin, xistin kemînê û şer derket. Hate gotin ku di encama şerê di navbera gundên Qestel Cindo û Meerîn yên girêdayî navçeya Şera de derket de, 21 çete hatin kuştin.
Çavkaniyan diyar kirin ku komên çete piştî pevçûnan neçar man paşve vekişin û cenazeyên hevalên xwe li pey xwe hiştine.