Li Efrînê pevçûn didomin: 6 çete hatin kuştin
Li Efrînê pevçûn didomin: 6 çete hatin kuştin
Li Efrînê pevçûn didomin: 6 çete hatin kuştin
Li derdora gundê Meerînê ya herêma Efrînê pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de didomin. Di encama pevçûnên îro de jî bêtirî 6 çeteyan hatin kuştin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin îro di saetên piştî nîvro li derdora gundê Meerîn a Efrînê di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ'ê pevçûn rûdan. Hate hînbûn ku di pevçûnan de 4 çete hatine kuştin, her wiha wesayîtek çeteyan a doçka 14.5 hate ruxandin û kesên têde hatin kuştin. Hate gotin ku wesayîtek din a çeteyan ku ji Ezazê ber bi herêma şer ve dihat bû hedefa şervanên YPG'ê û di encamê de 2 çete hatin kuştin.