Li Efrînê pirsgirêka dermên xwe da der

Li Efrînê pirsgirêka dermên xwe da der

Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê pirsgirêka dermên xwe da der. Berpirsyarê Tenduristiyê yê Bajarê Efrînê Dr. Azad Sebrî da xuyakirin ku di serî de derziyên ji bo zarokan stokên derman ên li bajêr li xwe xelas bûnê ne û destnîşan kir, ku ji ber ambargoyê ew nikarin terman û navgînên tenduristiyê tedarik bikin.

Nexweşxaneya Avrîn a bi destpêkirina şoreşa Rojava re ji aliyê gel ve di sala 2012'an de hat avakirin û nexweşxaneya herî xwedî derfet a bajêr re, ji ber ambargo û girtina hemû rêyên diçin Helebê, bi pirsgirêkên giran re rû bi rû ye.

Yek ji doktorên nexweşxaneyê û Berpirsyarê Tenduristiyê yê Bajarê Efrînê Dr. Azad Sebrî der barê rewşa giştî ya tenduristiyê ya bajêr û rewşa dawî ya stokên dermanan de, agahî da. Sebrî diyar kir ku vê gavê herî zêde nexweşiyên zerayî, sorikê û ji ber demsalê jî pêvedana mar gelekî tê dîtin.

ZAROKÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BÊ DERZÎ MEZIN DIBIN

Dr. Azad Sebrî der barê stokên dermên de agahî da û got, "Derman li ber xelasbûnê ye. Ji xwe gelek derman xelas bûne. Pirsgirêka vê gavê ya herî mezin derdikeve pêşiya me, tunebûna derziyên li dijî nexweşiyên zarokan e. Derziyên di destê me de xelas bûn. Me ji Helebê xwestin, lê belê ji ber ku çeteyan hemû rêyên diçin Helebê girtine û li Helebê şer heye, çûn û hatin sekiniye û derman jî nagihêje me. Zarokên li bajêr êdî bê derziyên li dijî nexweşiyan mezin dibin. Ji ber ku em nikarin ji Helebê werbigirin, vê carê me xwest berê xwe bidin bajarên Bakurê Kurdistanê, lê ji ber ambargoyê em nikarin xwe bigihînin wan deran."

Dr. Sebrî ragihand ku nexweşiyên herî zêde li bajêr tên dîtin zerayî û sorik e û anî ziman ku dermanên li dijî van nexweşiyan tên bikaranîn, li ber qedandinê ne. Sebrî axaftina xwe wiha dewam kir:

"Vê gavê herî zêde nexweşiyên zerayî û sorik li bajêr tên dîtin. Sedema nexweşiya zerayî jî; li bajêr timî elektrîk qut dibe, ji ber vê yekê av naherike û ava diherike jî ne hijyenîk e. Ev pirsgirêkeke cidî ye û dibe ku di dema pêş de girantir bibe. Pirsgirêkeke din jî; ji ber şert û mercên demsalê pêvedana mar e. Bi mirovên li bexçe û erdê xwe dixebitin mar pêve didin. Ji ber navgînên di destê me de kêm in, em nikarin di dema guncaw de dest lê werdin.

Dr. Sebrî ragihand ku gelek cîhazên li nexweşxaneyê xera bûne, di şert û mercên şer de jî ev cîhaz nikarin werin tamîrkirin û got, "Cîhazên me yên MR, Ultrason hene, lê xera bûne. Naxebitin. Ji bo tamîkirinê divê em bibin Helebê yan jî hostayê wê bînin vê derê. Lê belê ji ber ku hemû rêyên diçin Helebê ji aliyê çeteyan ve hatine girtin, kes nikare derbas bibe. Hin parçeyên cîhazên me em dikarin ji Tirkiye, Misir, Lubnanê tedarik bikin, lê ji ber ambargoyê ev derfeta me jî nîne. Em hin emeliyatan li vir dikin. Hin emeliyatên giran jî me dişandin Helebê, lê êdî em nikarin bişînin."

ÇAVÊN ME LI BAKUR E, AMBÛLANS LI ZAXO NE!

Dr. Sebrî da xuyakirin ku bi rûdana pirsgirêkên derman re, yekane cihê ku em li benda alîkariya wan e Bakurê Kurdistan û gelê li wir e û got, "Çavên me li Bakur e. Em dizanin ku di her pirsgirêkê de cihê alîkariyê bide me Bakur e û em li benda alîkariya wan e. Bi salan gelê Rojava bi gelê Bakur re têkoşîn da meşandin. Niha jî em li benda heman piştgiriya ji wan e. Em li benda alîkariya gelê Başûrin jî, lê êdî me fêm kirine ku ji rêvebeiya Başûrê Kurdistanê tu alîkarî nayê. Ji 15 ambûlansên Kurdên li Ewropayê ji me re şandine, 13 jê li Zaxoyê tên rawestandin. Bi tenê 2 ji wan gihaştin me. Em fêm nakin ka çima ambûlansên me disekinînin."