Li Efrînê şerên dijwar
Li Efrînê şerên dijwar
Li Efrînê şerên dijwar
Li gundê Basûfanê yê navçeya Efrîn Şêrawa, pevçûnên navbera hêzên YPG û komên çeteyan, dewam dikin.
Li gorî agahiyan, îro saet di 16.40’an de şer di navber hêzên YPG’ê û çekdarên Dewleta Îslamê ya Iraq û Bîlad Şamê/Eniya El-Nusra ên li gundê Basûfanê ya navçeya Şêrawa ya Efrînê ke ev çend saetan rawestiya bû destpê kirin. Her wiha çekdarên El-Nusra ên li Keleha Semanê gundên derdorê bi hawanan topbaran dikin.
Hata zanîn ku komên çeteyên El-Nusera rêya Heleb û Efrînê girtine û ji bo welatiyên rojhilatî Helebê jî astengiyan derdixin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku çekdarên Cephet El Nusra şêniyên Kurd ên li taxên Kelasê û Bustan Qesir ên Helebê dijîn asteng dikin û nahêlin bi hêsanî tevbigerin.