Li Efrînê teqîn

Li Efrînê teqîn

 Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê di encama teqînekê de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku teqîn saet derdora 21.30'an de li ser riya giştî pêk hat. Di encama teqîna ku sedema wê nehat zanîn de ji heman malbatê Arîfe Elî ya 50 salî, zarokên wê Muhammed Egîd, Yasemîn Egîd a 16 û Huda Egît a 13 salî jiyana xwe ji dest dan. Kesek jî birîndar bû. Her wiha ji ber teqînê li derdorê ziyana madî pêk hat.