Li Efrînê welatiyek 28 salî kuştî hate dîtin

Li Efrînê welatiyek 28 salî kuştî hate dîtin

Welatiyên gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê, Asayîşa navçeyê agahdar kirin ku di nava baxçeyekî zeytûnan de laşê mirovekî kuştî dîtine. Hêzên Asayîş li ser vê yekê berê xwe da cihê bûyerê û lêkolîn da destpêkirin.

Welatiyekî ji şêniyên gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê, piştî ku laşê mirovekî kuştî di nava baxçeyê zeytûnan de dît Asayîşa navçeyê agahdar kir. Hêzên Asayîşê berê xwe da cihê bûyerê û lêkolîn da destpêkirin.

Endamê rêveber di Asayîşa Efrînê de Heyder Xelîl diyar kir ku kesê hatiye kuştin welatiyê bi navê Mihemed Umer Mirsil ê 28 salî ye. Xelîl destnîşan kir ku mirovî kuştî ji gundê Hecî Xelîl  ê Raca yê Efrînê ye.

Xelîl, got ku Mihemed Umer Mirsil bi 2 guleyên hatiye kuştin.