Li Efxanîstanê 2 leşkerên NATO mirin

Li Efxanîstanê 2 leşkerên NATO mirin

Hate ragihandin ku, di êrîşa hêzên Talîban ya li ser leşkerên NATO’yê de 2 leşkerên NATO hatin kuştin.

Daxuyaniya ku li baregeha NATO ya li Qabîlê hate dayîn hate aşkera kirin ku, di êrîşek ya milîtanên Talîbana de 2 leşkerên NATO hatine kuştin. Di daxuyaniyê de di derbarê bûyerê de agahiyên berfireh nehatin dayîn. Lê belê tê texmîn kirin ku, leşkerên mirine yên DYA’yê ne.

Li Efxanîstanê li gel bûyerên îro di vê mehê de 42 leşkerên NATO hatin kuştin.