Hat ragihandin ku, li başûrê Efxanîstanê di encama êrîşek ya milîtanên Talîbanan de 2 leşkerên NATO hatin kuştin.
Di daxuyaniya NATO’yê de hat ragihandin ku, êrîş îro pêkhatiye, lê belê agahiyên berfireh nedan.
Li gel mirinên dawî di meha Gulanê de hêjmara leşkerên NATO yên hatin kuştin giha 24’an û hêjmara mirî yên vê salê jî giha 156’an.