Hate ragihandin ku, di du êrîşên întîharî yên li rojhilatê Efxanîstanê de 3 leşkerên NATO’yê hatin kuştin.
Li gorî daxuyaniya hêza NATO’yê ya Efxanîstanê ISAF’ê, di êrîşên serhildêran ya li rojhilatê welat de 3 endamên ISAF’ê hatine kuştin. Di daxuyaniyê de derbarê bûyerê de agahiyên berfireh nedan.
Çavkaniyek ya leşkerî got, di du êrîşên întîharî ya li eyaleta Kûnarê de ev leşker hatine kuştin. Daxuyaniya ku şefê polîsan yê eyaletê Aywaz Muhammed Nazîrî dayî AFP’ê aşkera kir ku, êrîş li dijî leşkerên Emrîkî û şêwirmendan yên ber bi walîtiya Kûnarê ve dihatin pêkhatiye. Da diyarkirin ku, di êrîşê de Efxanekê jî jiyana xwe jidest daye.
Li Efxanîstanê rexmî 130 hezar leşkerên NATO, 352 hezar leşker û polîsên Efxan, çalakiyên Telîbana nikarin rawestînan. Talîbanên ku di sala 2001’an de ji îxtîdarê hatin xistin, her roja ku diçe bandora wê zêdetir dibe.