Li Efxanîstanê 4 leşkerên Frensî mirin

Li Efxanîstanê 4 leşkerên Frensî mirin

Di encama êrîşê li eyaleta Kapîsa ya rojhilatê Efxanîstanê pêk hat de 4 leşkerên Frensî hatin kuştin.

Hêzên NATO û polîsên Efxan der bare êrîşê de daxuyaniyek dan. Berdevkê polîsên Kapîsayê Ehmedê Ebmedzayî ragihand ku êrîş di dema karwanê leşkerên Frensî li bajaroka Nijrabê re derbas dibûn de pêk hatiye.

Hêjayê gotinê ye ku NATO behsa dîrok û welatên leşkerên hatine kuştin nekirin, lê belê polîsên Efxan ragihand ku her çar leşkerî yên Frensayê ne.