Li Efxanîstanê 5 leşkerên NATO birîndar bûn

Li Efxanîstanê 5 leşkerên NATO birîndar bûn

Hat ragihandin ku, li Efxanîstanê kesekî bi unîformayên Efxanî gule barandin û di encam de 5 leşkerên NATO’yê birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya li biryargeha NATO ya li Qabîlê hat diyarkirin ku, bûyer duh li eyaleta Wardak ya li rojhilatê Qabîlê li baregeha NATO’yê qewimî. Lê belê di derbarê nasnameya leşkerên birîndar û birînên wan de agahî nehatin dayîn.

Piraniya leşkerên li baregeha NATO ya li Wardakê leşkerên Amerîkayê ne. Hat ragihandin ku, leşkerên birîndar li nexweşxaneyên baregehê tên dermankirin.

Bi vî rêbazê unîforman tenê di vê salê de 20 leşkerên biyanî hatin kuştin.

Di roja Yekşemê de kesekî bi unîformayên polîsên Efxanîn êrîş pêkanî bû û di encamê de 3 leşkerên Îngilîz kuştibû.