Li Efxanîstanê 6 balefirên şer yên DYA’yê hatin îmhat kirin

Li Efxanîstanê 6 balefirên şer yên DYA’yê hatin îmhat kirin

Li Efxanîstanê di êrîşa li dijî baregeha leşkerî ya prens Harry lê dimîne de herî kêm 6 balefirên şer hatin îmhakirin, zirarek mezin dane duyên din jî. Weke din jî li başûrê welat polîsek yê Efxan gule li leşkerên NATO barand û di encam de 4 leşkerên NATO kuştin.

Daxuyaniya ku ji aliyê hêza leşkerî ÎSAF ya NATO ya li Efxanîstanê ve hate kirin, li kampa Bastion ya li eyaleta Helmand ku dikeve başûrê welat êrîş pêkhat. Zirarek mezin ya aborî gihaye baregeha leşkerî. Li gorî agahiya hatiye dayîn, sê îstasyonên îqmalê û 6 embarên balefirê hatine îmha kirin.

Çavkaniya ewlekariyek ya rojavayî diyarkir ku, di 10 salên dawî yên dagirkirinê de zirarek ew qas mezin ya aborî rû ne daye.

Di êrîşa li dijî Prens Harry, 8 leşkerên endamên koalîsyonê û baregeha ku sivîlek têde bû de, hate ragihandin ku 2 leşker mirine. Hate diyarkirin ku, êrîşa bi obus, roket û çekên sivik hatiye kirin, qasî 4 demjimêran bi awayek berfireh domkiriye.

Daxuyaniya ku yekşemê hatiye kirin, ragihandibû ku 15 serhildêrên ku ketine baregehê hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, li ser serhildêrên ku bi çekên otomatîk, roketavêj û yêlekên întîharî ve ketine hundirê baregehê unîformayên leşkerên Emrîkî hebûn.

Berdevkê Telîbana Qarî Yûsûf Ehmedî ji AFP’ê re axivî û aşkera kir ku, êrîş li dijî filmê heqaretê li Îslamê dike bû, di hedefa wan de prens Harry tunebû.

Li gorî daxuyaniyekî din ya ji aliyê ÎSAF’ê hatiye kirin, hat ragihandin ku roja Yekşemê li başûrê welat di encama gulebarandina leşkerekî Efxanî de 4 leşkerên NATO hatin kuştin. Li paytext Laşkargah ya eyalet Helmand roja Şemiyê jî, di encama gulebarandina kesekî unîformayên polîsan de 2 leşkerên Îngilîz yên NATO’yê hatibûn kuştin.