Li Efxanîstanê 6 leşkerên din jî yên NATO’yê hatin kuştin

Li Efxanîstanê 6 leşkerên din jî yên NATO’yê hatin kuştin

Hate ragihandin ku, roja Înê li eyaleta Helmand ya başûrê Efxanîstanê 6 leşkerên hêzên ISAF ya NATO’yê ji ailyê leşkerek yê Efxan û polîsekî ve hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya berdevkekê artêşa Amerîkayî, di êrîşek ya li başûrê welat 6 leşkerên NATO’yê hatine kuştin. Li gorî berdevk, di nava heftiyê de 4 û ji serê salê heya niha jî 26 êrîşên heman hatine pêkanîn. Hat ragihandin ku, di vê salê de 34 leşkerên NATO ji aliyê leşkerên artêşa Efxan ve hatine kuştin.

Di du êrîşên leşker hatîn kuştin de Telîbana girt ser xwe. Hate ragihandin ku, di êrîşa yekemîn de ya li qesabeya Sangînê ya ji aliyê polîsê Efxan ve 3 leşkerên NATO hatine kuştin.

Di êrîşa din ku di şeva Înê ya li qesabeya Garmsîr ya Efxanîstanê ji aliyê leşkerek Efxan ya li dijî tesîsa Efxan û hêzên biyanî tê bikaranîn hatine kuştin. Lê belê berdevkê Telîbana Qarî Yûsûf Ahmedî jî got, di êrîşa li Garmsîrê de 7 kes mirin.