Li Efxanîstanê erdhej: 80 mirî

Li Efxanîstanê erdhej: 80 mirî

Hat ragihandin ku, di erdheja li bakûrê Efxanîstanê bi tundiya 5.4 rû da de ji 80 kesî zêdetir jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên eyaleta Baghlanê gotin, di encama erdheja roja Dûşemê rû dayî de ax hatiye xwar û gundek di bin perçeyên çiya de maye. Hat ragihandin ku li gundek yê herêma Borka’yê 23 mal dibin axa 10 metreyî û keviran de ma ye, hat diyarkirin ku ji zêdetirî 80 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gund xebatên rakirina xerbê didomin, her wiha hat ragihandin ku hêjan xwe negihandine gundên 4 herêmên cûda, dibe ku hêjmara miriyan zêdetir bibe.