Li Efxanîstanê êrîşa întîharî: 35 mirî, 80 birîndar

Li Efxanîstanê êrîşa întîharî: 35 mirî, 80 birîndar

Hate ragihandin ku, di êrîşên întîharî yên hemwext yên li eyaleta Nîmroz yên başûrê rojavayê Efxanîstanê de 35 kes mirin û 80 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên rayedaran dayîn ragihand ku, li bajarê Zaranj yê navenda eyaletê herî kêm li 4 noqteyan êrîşa întîharî pêkhat. Di êrîşa întîharî ya li bazarek ya ji bo cejna Remezanê gel tişt dikirîn û difirotin pêkhat. Li gorî agahiyên destpêkê 35 kes mirin, herî kêm 80 kes jî birîndar bûn.

Alîkarê Midûrê Polîsan yê Eyaletê Mucîbullah Latîfî got, hinek çalakvan ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Latîfî aşkera kir ku, “Piraniya wan sivîl gelek windahî hene.”

Bajarê Zaranj ku nêzî sînorê Îranê ye, weke bajarek dewlemend û aştiyane tê zanîn.