Li Efxanîstanê êrîşa xwekujî: 22 mirî

Li Efxanîstanê êrîşa xwekujî: 22 mirî

Di encama êrîşên xwekujî yên li ser hev li bajarê Qendehar ê Efxanîstanê pêk hatin de herî kêm 22 kes hatin kuştin.

Rêveberê Emniyeta Eyaleta Qendeharê Ebdul Reza ragihand ku li nêzî baregeha NATO ya li nêzî Balefirgeha Qendeharê pêk hat û diyar kir ku di êrîşê de herî kêm 50 kes jî birîndar bûn.

Êrîşa yekemîn dema TIR’ên amîrêmn hêzên NATO’yê li pey hev rawestiyabûn pêk hat û piştî wê bi çend deqeyan çalakger din jî bombeyên li ser xwe teqand.