Hate ragihandin ku, helîkopterekî aydî DYA’yê li başûrê Efxanîstanê ket û di encam de 7 jê biyanî 11 leşker mirin.
Hêzên Alîkarî û Ewlekariyê ya Navnetewî (ÎSAF) aşkera kir ku, ji leşkerên mirîn 3 jê DYA û 4 jî leşkerên Efxanin. Di derbarê 4 leşkerên din yên biyanî de jî agahî nedan.
Yek ji helîkopterên herî baş yên artêşa DYA’yê Black Hawk (Bazê Reş) li navçeya Şah Valî ya bajarê Qendeherê ket. ÎSAF’ê diyarkir ku, ew sedemê ketina helîkopterê lêkolîn dikin, Telîbana jî aşkera kir ku, helîkopter ji aliyê wan ve hatiye xistin.
Telîbana di Tebaxa 2011’an de helîkoptera Cinook ya aydî DYA’yê xistibû.