Li Efxanîstanê hovîtiya ser jê kirinê

Li Efxanîstanê hovîtiya ser jê kirinê

Hate ragihandin ku, li herêma Helmand ya Efxanîstanê 2 jê jin bigiştî serê 17 kesên sivîl jê kirine û kuştine.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Efxana dayî, bûyer roja Yekşemê li herêma Mûsa Kale ya dikeve başûrê Helmandê rûdaye. Berdevkê walîtiya Helmandê DAvût Ehmedî ragihand ku, komek ya çekdaran êrîşî ciwanên ku li gundê Rûşen Abadê şahiyek strana li darxistî kirine, li vir serê 17 kesan jê kirine û kuştine. Got, ji kesên kuştîn du ji wana jinên hunermendin.

Di derbarê bûyera ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, lêpirsîn hate destpê kirin.

Li aliyê din hate ragihandin ku, li heman herêmê roja Yekşemê di êrîşa li ser noqteyek ya kontrolê de 10 leşker mirin. Hate aşkera kirin ku, di êrîşa li ser noqteya kontrolê ya li herêma Vaşîrê, 4 leşker birîndar bûn û 5 jî winda ne.

Berdevkê Walîtiya Helmandê Davût Ehmedî ragihand ku, êrîşeke ji ‘hundire’ û got, 5 leşker bi çekên xwe ve tevlî Telîbana bûne.

Hate aşkera kirin ku, li eyaleta Laghmanê ya ku dikeve rojhilatê welat, leşkerekî Efxan du leşkerên NATO’yê kuştine. Hêza Piştgiriya Ewlekariya Navneteweyî (ISAF) ragihand ku, leşkerê êrîşkar hatiye kuştin.

Bi vî awayî di nava vê salê de hêjmara personel û leşkerên NATO yên ji aliyê hêzên ewlekariya Efxan ve hatine kuştin giha 42’an.