Li Eyaleta Hîlmend a Efxanîstanê li hemberî barageha NATO’yê êrîş pêk hat û di êrîşê de herî kêm du leşkerên NATO’yê mirin û gelek jî birîndar bûn. Di êrîşê de hate îdiakirin k 16 mîlîtanên Talîban jî mirine.
Êrîşa li hemberî barageha NATO’ê duh li gorî saeta herêmî saet di 22.00’an de pêk hat. Hate destnîşankirin ku êrîş bi roket û çekên giran pêk hatiye û du leşkerên DYA’yê mirin û gelek jî birîndar bûne. Berdevkê walitiya Hîlmendê Davud Ahmadî diyar kir ku di êrîşê de 16 mîlîtanên Talîban hatine kuştin.
Talîban êrîş girt ser xwe û diyar kir ku di êrîşê de herî kêm 10 leşkerên NATO’yê mirine. Berdevkê Talîban Zabîhullah Mucahîd diyar kir ku hedefa wan a di êrîşê de prensê Îngîlîstanê Prens Harry yê ku li Efxanîsanê bû. Prens Harry wekî leşker 10 roj berê çibû Efxanîstanê.