Li Efxanîstanê li dijî baregeha NATO êrîş: 13 mirî

Li Efxanîstanê li dijî baregeha NATO êrîş: 13 mirî

Li Efxanîstanê li dijî baregehek ya NATO ya eyaleta Kunduzê êrîşa întîharî çêbû û herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest da.

Êrîşa ku Talîbana girte ser xwe, duh şev di demjimêrên şevê de baregeha NATO ya Sayedabad ya herêma Vardak hedef girtin. Çalakvanekî întîharî, li ser avahiya walîtî û baregehê bombe teqand. Piştî teqînê demek kurt, li heman cihî li ber baregehê wesayîta tejî teqemenî teqiya.

Di her du teqînan de di wesayît û avahiyên nêzî baregehê zirarên aborî de, 9 jê sivîl, 4 jê polîs herî kêm 13 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Eyaleta Vardak Şahîdullah Şahîd aşkera kir ku, di her du êrîşan de hêjmara birîndaran 47’e. Şahîd diyarkir ku, di êrîşên li ser baregeha NATO’yê de ti kes nemirine, lê belê 2 erkdarên NATO’yê birîndar bûne.

Daxuyaniya ku Hêza Piştgirî û Ewlekariya Navneteweyî (ISAF) dayî aşkera kir ku, di êrîşan de leşkerên NATO’yê nemirine, lê belê di derbarê birîndaran de agahî neda.

Talîbana di postaya elektronîk ya ji AFP’ê re şandî de ragihand ku, êrîş ji aliyê wan ve çêbûye. Baregeha NATO ya mijara gotinê sala borî di dema salvegera 11’ê Îlonê bibû hedefa Talîbana. Di êrîşa mijara gotinê de 5 jê miribûn, 50 jê leşkerên DYA’yê bigiştî 80 kesan zêdetir birîndar bibûn.