Di encama êrîşa hewayî ya ku îro ji aliyê hêzên NATO yên li Efxanîstanê ve hat lidarxistin de, 6 jê zarok bi giştî 8 kes hatin kuştin.
Berdevkê hikûmeta eyaleta Paktîa ya li rojhilatê welêt Ruhullah Samun ragihand ku êrîş şeva şemiyê pêk hat û got; “Zilamek, jine û şeş zarok jiyana xwe ji dest dan. Ev bombebaran ji aliyê NATO’yê ve pêk hatiye.
Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên Rojava, ev daxuyanî ji aliyê rayedarên ewlekarî yên li Qabîlê ve hatiye piştrastkirin.
Hêza NATO ya li Efxanîstanê ISAF’ê jî ragihand ku bûyereke wiha heye û ew lêkolîn dikin. Hêzên NATO’yê di encama êrîşên bi vî rengî de bi dehan sivîlên Efxan qetil kir û ev yek jî dibe sedema rageşiya di navbera hikûmeta Efxan û hêzên NATO’yê de.
Ji ber zêdebûna kuştinên sivîlan, Serokdewetlê Efxan Hemîd Karzayî bi awayeke lezgîn bangî serokê ISAF’ê generalê Amerîkayî John Allen û Bayozê DYA yê li Qabîlê kir Ryan Crocker kirin û xwestin civînek lezgîn li dar bixin. Karzanî da diyarkirin ku ger wiha bidome ew ê stratejiyên domdirêj ên bi Washingtonê re rawestîne. Ev peyman roja înê ji aliyê Parlementoya Efxan ve hat erêkirin. Balkêş bû ku ev komkujiya sivîlan piştî vê biryara parlementoyê hat.