Li Efxanîstanê qeza: 50 kes mirin

Li Efxanîstanê qeza: 50 kes mirin

Li Efxanîstanê otobusek ya rêwiyan li tankerek ya sotemeniyê ket û di encamê de 50 kes mirin.

Qeza li gorî demjimêra herêmî 06.30’ê siharê li herêma Abband ya eyaleta Gazne ku dikeve başûrê welat rû da. Otobusa ku 56 rêwiyên wê hebûn piştî li tankerê qelibî agir pê ket. Berdevkê Waliyê Eyaleta Gazneyê Muhammed Elî Ehmedî got, di bûyerê de 50 kes mirin, 6 kes jî bibirîndarî rizgar bûne. Ehmedî diyarkir ku, “di nava miriyan de jin û zarok jî hene.”

Rêya mezin ya navbera Qabîl-Kandahar ku qezayê lê rû da, li ser Pakîstanê re ji bo hêzên NATO yên li Efxanîstanê rêya îkmal anînê jî tê bikaranîn. Lê belê nehate zanîn ku, tankera mijara gotinê îkmala NATO ye yan na.