Li Efxanîstanê teqîn: 14 mirî

Li Efxanîstanê teqîn: 14 mirî

Di teqînên li başûrê Efxanîstanê rû dan de 14 kesan jiyana xwe jidest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Li eyaleta Kandaharê di dema derbazbûna mînîbusekê de teqîn qewimî. Piştî teqînê trektora xwe xwest alîkariyê bike dema nêz bû teqîna duwem rû da. Teqîna ku ji ber teqemeniyên li ser rê hatî çandin, 14 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên NY, di şerê li Efxanîstanê de kêmbûn di mirina sivîlan de heye. Di 4 mehên vê sale de, li gorî sala borî di kuştina sivîlan de sedê 36 daketinek heye. Lê belê sala borî di şerê li Efxanîstanê de weke sala herî bixwîn kete qeydan. Di sala 2011’an de li Efxanîstanê ji 3 hezaran zêdetir sivîlan jiyana xwe ji dest da. Piraniya sivîlan di êrîşên Talîban û rêxistinên din de jiyana xwe jidest dan, herî kêm ji 4’an 1 jî di encama êrîşên hêzên NATO û Efxana de hatin kuştin.