Li Elbakê maşîneya sivîlan hat gulebarankirin: 2 birîndar

Li Elbakê maşîneya sivîlan hat gulebarankirin: 2 birîndar

Li navçeya Elbakê ya Wanê maşîneyek sivîl ji aliyê kesên ku hat îdîakirin polîs in ve hat gulebarandin. Di gulebarandinê de 2 kesên sivîl bi giranî birîndar bûn. Maşîneya spî ya marka wê transît û plakeya wê 65 EE 145 piştî gule reşand bi lezgîn ji cihê bûyerê dûr ket. 

Li Gundê Arakê yê Navçeya Elbaka Wanê maşîneya welatiyan ji aliyê kesên hat îdîakirin polîsên sivîlin ên di transîta spî ya plakeya wê 65 EE 145 de hat gulereşandin. Maşîneya ku welatiyên bi navê Mustafa Çelîk û Siya Ahmet Şeran dêtebû di saetên serê sibê ji aliyê kesên hat gotin "Polîsên sivîl in" ve hat gulebarandin. Di maşîneyê de Çelîk ê 31 salî ji sînga xwe ve bi 2 guleyan birîndar bû. Şeran jî ji guhê xwe ve birîndar bû. 2 kesên birîndar bûn piştre ji aliyê polîsan ve ji maşîneyê hatin daxistin û rastî lêdana polîsan hatin. 

'JI BER KU EM KURD BÛN ÊRÎŞ PÊK HAT'

Piştî bûyerê maşîneya transîta spî ku hat îdîakirin polîsên sivîl têde ne, ji cihê bûyerê bi lezgin dûr ket. Welatiyê bi giranî birîndar bû Çelîk û Şeran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê. Piştî bûyer belav bû xizmên birîndaran hatin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê piştî mudaxaleya ewil Çelîk û Şeran rakirin Nexweşxaneya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Li vir Siya Ahmet Şeran li ser piyan hat dermankirin. Mustafa Çelik jî rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Erziromê. Xizmên birîndaran bertek nîşanî bûyerê dan û diyar kir ku ji ber nasnameya kurdî rastî vê erîşê ha tine. Hat zanîn ku maşîneya rastî êrîşê hat jî ji aliyêpolîsan ve ji ber Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê hat birin. 

Çelîk jî anî ziman ku kesên êrîşkar bêyî hişyariyê bikin ew dan ber guleyan û wiha got: "Piştî em dan ber guleyan em ji maşînê derxistin û li me dan. Ewil em şopandin. Piştre em dan ber guleyan. Em kirin hedef û êrîş pêk anîn." 

Şeran jî anî ziman ku bêyî hişyar bikin li ser wan gule reşandin û wiha got: "Piştî gule li me barandin em ji maşînê daxistin û li me dan. Kesên êrîşî me kirin bi maşîneya plakeya wê 65 EE 145 ya transîta sipî reviyan û çûn " 

Berê ji li heman herêmê 3 welatî ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibûn revandin. Xizmên birîndaran diyar kirin ku dibe şopa JİTEM'ê hebe.